CPT: Dewleta Tirk îsal li Bbaşûrê Kurdistan 20 baregeh ava kirin

Tîma Aştîxwaz a Xiristiyan (CPT) ragihand ku dewleta Tirk tenê di sala 2021’ê de li ser xaka Başûrê Kurdistanê 20 baregehên leşkerî yên nû ava kirine.

Tîma Aştîxwaz a Xiristiyan-CPT ku li başûrê Kurdistanê kar dike, bi boneya sersalê peyamek parve kir.

Tîma Aştîxwaz di peyama xwe de dibêje:

“Îsal salek dijwar bû. Em şahid bûn ku jiyana xelkê xerab bû.

Me dît îsal Tirkiyeyê li ser xaka başûrê Kurdistanê zêdetir 20 baregehên leşkerî yên nû ava kirine.

Gund vala kirine û dibistan bombebaran kirine.

Tîma Aştîxwaz diyar kir wan şahidî ji çalakiyên mamosta, xwendekar û parêzvanên mirovan re jî kir ku li dijî hikûmeta başûrê Kurdistanê pêk anîn.

Tîma Aştîxwaz a Xiristiyan dawiyê hêvî kir ku sala 2022’an li başûrê Kurdistan bibe sala dadperwerî û azadiyê.

Back to top button