Encama operasyona gerîlla ya 9’ê Kanûnê

8 meh in, artêşa Tirk hewl dide herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê dagir bike. Lê ji ber bersivdayîna hêzên gerîlla, plana Enqerê neçû serî. Ji ber vê yekê, artêşa Tirk neçar dimîne ku ji hin herêman, hêzên xwe paşde vekişîne. Piştî çalakiyên li herêma Zapê, hêzên artêşa Tirk ji Girê Şehîd Munzûr vekişiyan. 

Rojên 8 û 9’ê Kanûnê liser hev hêzên gerîlla li herêma Zapê li dijî artêşa Tirk bi operasyoneke mezin rabûn.

Di hedefa vê operasyonê de yekîneyên artêşa Tirk ên li Girê Şehîd Muzûr bûn..

Di encama çalakiyên gerîlla de Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser Operasyona Şoreşgerî ya li Zapê ev agahî parve kiribû:

Di encamê de çeperên hêzên Tirk hatin rûxandin û herî kêm 8 eskerên wan hatin kuştin.

Gerîlla li van çeperan dest danîn ser gelek çek û cebilxaneyên artêşa Tirk.

Piştî vê operasyonê, êdî derfetên mayîna li Girê Şehîd Munzûr ji bo artêşa Tirk neman.
Îro çavkaniyên herêmî ragihandin ku artêşa dagirker yekîneyên xwe ên li vîr girî paşde vekişandine.

Tê payîn ku Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî mijarê agahiyên berfereh bi raya giştî re parve bike.

19’ê Mijdarê jî HPG’ê eşkere kiribû ku artêşa Tirk tevî teknîka giran û çekên kîmyewî jî li herêma Avaşînê nekarî ti encamê bidest bixe.

Ji ber berxwedana gerîlla hêzên dagirker neçar man ji Qadên Werxelê û Tabûra Ereban vekişin.

Hemwext li herêma Zapê jî artêşa dagirker hêzên xwe ji Girên Kartal û Şehîd Dîren derxistin.

Doh Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel, encama şer û berxwedana sala 2021’an bi raya giştî re parve kir.

Li gorî vê,

Hêzên gerîlla tevahiya salê 742 çalakî li dijî Artêşa Tirk pêk anîn.

Di encamê de 861 leşker hatin kuştin.

Back to top button