Putin serdana Belarûsê kir

Rêveberiya Waşîngtonê ragihand ku ew bicihbûna hêzên Rûsya li nava xaka Belarûsyayê ji nêz ve dişopînin.

Serdana Serokê Rûsya Vladimir Putin ya Belarûsê ji aliyê Amerîkayê ve ji nêz ve dihat şopandin.

Amerîka: Em tevgera li Belarûsê ji nêz ve dişopînin

Berdevka Koşka Spî Karine Jean-Pierre got,

Amerîka ji nêzîk ve çavdêriya hevkariya di navbera Rûsya û Belarusê de dike.

Bi taybet jî bicihkirina hêzên Rûsî li ser axa Belarusê.

Jean-Pierre duh di civîneke çapemeniyê de li ser pirsa “Gelo fikarên we hene ku Belarûs piştgiriya leşkerî ya zêde dide Rûsyayê?” û ev bersiv da:

“Rola ku Belarûs di êrişên Rûsyayê de leyîst demek dirêj me nerehet kir.

Belarûs bi piştevaniya bo Rûsyayê, hişt ku xaka wê ji bo hêzên Rûsî wekî qadeke amadekariyê were bikaranîn.

Vê yekê jî şerê Rûsyayê li dijî Ukraynayê aktîf kir.

Em bi domdarî ji nêzîk ve rewşa hêzên Rûsî dişopînin.

Tiştê ku me kiriye û emê bikin jî ev e.

Jean-Pierre diyar kir ku ew bi Ukrayna ya bi wêrekî xwe li hember êrişên Rûsyayê diparêze re, di nava têkiliyê de ne.

Putin û Lukaşenko mijarên stratejîk nîqaş kirin

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin doh serdana Belasûrê kiribû.

Di serdana li paytext Mînskê de bi Serokê Belarûsê Aleksandr Lukaşenko re li ser mijarên stratejîk ên di warê aborî û parastinê de axivî.

Piştî 3 salan Putin serdana Belarûsê kir

Putin û Lukaşenko gelek caran di nava têkiliyan de ne, lê ev cara yekem e ku serokê Rûsyayê piştî sê salan serdana Belarûsê dike.

Hikûmeta Lukaşenko ji aliyê siyasî, aborî û leşkerî ve pişta xwe dispêre Moskovayê.

Amerîka û YE ceza li ser Rûsya û Belarûsê sepandin e

Yekîtiya Ewropa (YE) û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) piştî Rûsyayê dest bi êrişa ser Ukraynayê kir, ceza li ser Rûsyayê sepandin.

Belarûs jî ji ber ku di vê êrişê de, piştgirî da Rûsyayê, rastî cezayan hat.

Back to top button