Welatiyên navçeya Pencewînê: Divê em PKK ji lîsta rêxistinên qedexekirî derxin

Bangên ji bo derxistina PKK ji lîsteya rêxistinên qedexekirî zêde dibin.
Welatiyên navçeya Pênciwên a Silêmaniyê diyar kirin ku di her kurdek çi di malperên civakî de çi jî bi dayîna îmzeyan piştgirî bidin vê pêngavê da ku yekdengiya netewî çêbibe.

Pêngava derxistin PKK’ê ji lîsteya terorê ku 29’ê çileya 2022’an bi pêşengtiya rewşenbîr, kesayetên naskirî û pêşmergê derên hatibû destpêkirin didome.

Têkildarî pêngavê welatiyê bi navê Pêşrew Yarweyis axivî û got:

“Em piştgirî didin pêngavê û pêwîste her kes di torên civakî de ji bo piştgiriya pêngavê bi erka xwe rabe.”

Welatiyê bi navê Kardo Kemal jî diyar kir divê her kurdek çi li gadên malperên civakî çi j bi dayîna îmzeyan piştgirî bidin vê pêngavê, da ku yekdengiya netewî çêbibe.

Back to top button