Xalid Cebir: Dewleta Tirk li gorî qanûnên navdewletî sûcên şer dike

Hevserokê Nivîsgeha Parastina Mafên Zarokan hiqûqnas Xalid Cebir diyar kir ku madeyên 6, 7 û 8 ên pergala Roma û peymana Cinêv a 4. nexasim madeya 53’yan, îşaret pê dike ku koçberkirina bi darê zorê sûcekî şer e.

Xalid Cebir anî ziman ku di êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Eyn Îsa û Til Temirê de hat xuyakirin ku, siyaseteke veşartî di navbera Rûsya, Tirkiye û hikumeta Şamê de heye û bi van pêkanînan hewl didin destkeftiyên gel têk bibin.

Xalid Cebir destnîşan kir ku di peymana Lahay a 1907’an û madeya 42’an de, dema dewletek erdê welatekî dagir bike, wekî dagirker tê dîtin.

Xalid Cebir anî ziman ku Rûsya qaşo garantor e, lê bi bêdengiya xwe, destê Tirkiyaya dagiker digire.

Hevserokê Nivîsgeha Parastina Mafên Zarokan hiqûqnas Xalid Cebir bang li NY kir ku sûcadaran, di serî de dewleta Tirk û çeteyên wê li Dadgeha Cezayan a Navneteweyî ceza bikin.

Back to top button