10 gundên Kakeyî a Kerkûkê ji ber êrîşên DAIŞ’ê vala bûne

Kurdên Kakeyî yên navçeya Daqûq a Kerkûkê diyar dikin, gelek gundên wan ji ber êrîşên DAIŞ’ê, vala bûne û roj bi roj pêla koçberiyê ber bi navenda navçeyê ve, bilindtir dibe.

Kesayetê navdar ê Kakeyî Ebdulezîz Mihemed Elî ji ajansa nûçeyan a Roj News’ê re da xuyakirin ku artêşa Iraqê derveyî gundan bi cih bûye, lewre û ji ber ku Kakeyî Kurd in, rastî êrîşên DAIŞ’ê tên.

Welatî Receb Kakeyî jî diyar kir ku 10 gundên wan ji ber êrîşên DAIŞ’ê vala bûne û jiyan yekcarî li wan nemaye.

Receb destnîşan kir, herî dawî gundê Metîq ji ber derbasbûna leşkerên Iraqî, vala bûye.

Kurdên Kakeyî bang li hikûmeta Iraqê dikin ku keşkerên xwe ji nava gundên wan vekişîne, da li cihê xwe vegerin.

Pêşmerge piştî sala 2014’an li Daqûqê nemane, artêşa Iraqî jî qaşo ji bo parastinê li wir e, gelek caran xwe ji ber DAIŞ’ê li gundên Kakeyiyan veşartiye, ji ber vê yekê çeteyan ji leşkeran zêdetir, sivîl kirine armanc û gund vala kirine.

Back to top button