Li herêma Amhara ya Etiyopyayê şer: Gelek sivîl hatine kuştin

Li herêma Amhara ya Etiyopyayê di navbera artêş û çekdarên li herêmê de şer qewimî.
Ji ber şerê heyî gelek sivîlan ziyan dîtin û gelekan jiyana xwe ji dest dan.

Şerê di navbera çekdarên li herêmê û artêşê, careke din aloziya li Etiyopyayê mezin kir.

Komîsyoneke Mafên Mirovan a ji aliyê dewletê ve hatiye erkdarkirin ragihand ku di şerê li herêma Amhara ya Etiyopyayê de gelek sivîl hatine kuştin.

Ev hemwextî wê yekê ye ku rayedarên herêmê diyar dikin ji meha Tîrmehê ve li herêmê di warê ewlehiyê de pêşketin çêbûye.

Neteweyên Yekbûyî (NY) di dawiya meha Tebaxê de ragihandibû ku di meha despêkê ya şer de herî kêm 183 kes mirine.

Lêbelê, bi qutbûna înternetê re li seranserê herêmê girtina agahiyan gelekî zehmete.

Lewma gelek caran rêjeyên ku têne parvekirinê kêmin.

Di rojên destpêkê yên şer de, hêzên Etiyopyayê neçar bûn ku bajar û bajarokên mezin biterikînin.

Lê piştî demeke din hêzên artêşê careke din bi şerekî dijwar karîbûn wan herêman bixe bin kontrola xwe.

Back to top button