Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Dêrazorê civîna xwe ya salane ya jinan bi diruşma “Bi berxwedana jinan û çeka zanistê em ê nifşekî pêşeng û zana bigihînin” li Dêrazorê civînek li dar xist.
Di civînê de nûnerên Meclisa Sivîl a Dêrazor, saziyên Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê, nûnerên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Dêrazorê beşdar bûn.
Di civînê de hevseroka Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê Emîne Salih axivî û wiha got:
“Niha jin di bin sîwana Rêveberiya Xweser de rola û cihê xwe xurt e, ew di aliyê perwerde û fêrkirinê de mamoste û rêveberiyê de gelek girîng e.”
Li ser navê Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê endama rêveber a kombûnê Xatim El Ewad jî axivî û wiha got:
“Em pêşwaziya her jineke Sûriyeyî ya pêşeng û hîna xwedî biryar û israra ber bi pêşketinê ve ye û li dijî hemû zihniyetên şer kiriye û li hember disekine pêşwaz dikin.”
Civîn bi xwendina rapora salê û girtina hin biryaran bidawî bû.