Şehîd Rûken Oso li Hesekê hate bibîranîn

Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê şehîd Rûken Ebdulxenî Oso di salvegera wê ya 7′an de li parka xwendinê ya Bajarê Hesekê bibîranî.

Di merasîmê de endamê Yekitiya Rewşenbîran Mihemed Beşîr balkişand ser rola şehîd Rûken di yekîtiyê de û diyar kir ku yek ji damezrînerên Yekitiya Rewşenbîran bû, Rûken hezkiriya welat, û fedekariyê bû .

Li aliyekî din jî bavê şehîd Rûken, Ebdulxenî Oso axivî û got:

“Bi saya şehîdên di oxira parastina pêkhateyên herêmê ji qirêjiya terorê de destkeftiyên Şoreşa Rojava pêk hatin.

Ji biçûkaniya xwe de şehîd Rûken di xwendina xwe û erkên xwe de jêhatî bû. Peymangeha pîşeyî û fakulteya hiqûqî xwendiye. Piştî destpêkirina şoreşê tev li YPJ′ê bû ku pêkhateyên herêmê biparêze.”

Bîranîna şehîd Rûken bi pêşandana sînevîzyonekî bi dawî bû.

Back to top button