Artêşa Tirk û çeteyên wê, bi çekên giran êrîş birin ser gundên herêmên Efrîn û Şehbayê.
Duh êvarê, dagirkeriya Tirk gundên Irşadiyê, Tat Merşa û Alqemiyê yên navçeya Şera ya Efrînê bi çekên giran topbaran kirin.
Her wiha gundên Şêx Hîlal, Dêr Cimêl, Kefer Naya yên navçeya Şêrewa û Til Rifetê jî topbaran kirin.
Der barê ziyanan de, ti agahî nehatin bidestxistin.
Beriya 5 rojan jî dagirkeriya Tirk komkujiyek li gundê Aqîbê yê Efrînê pêk anîbû.
Di encamê de, malbatek ku ji 3 kesan pêk dihat, bi temamî jiyana xwe ji dest da û nêzî rojekê di bin kavilan de man.