Koordînasyona KJK’ê têkildarî komkujiya li paytexta Fransa Parîsê ku 3 kes têde şehîd bibûn, daxuyaniyeke nivîskî da û got: “Em ê teqez hesabê vê qetlîamê ji desthilata AKP-MHP’ê bipirsin.
Koordînasyona KJK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Ev komkujiya li dijî Navenda Çandê a Kurd ya li Parîsê û dikandarên Kurd hat kirin, xeleka dawîn a komkujiya dewleta Tirk a faşîst e.
Em ê teqez hesabê vê qetlîamê ji desthilata AKP-MHP’ê bipirsin.
Divê dewletên YE û dewleta Fransa nehêlin axa wan bibe axên ku Tirkên faşîst xwîna Kurdan tê de dirijîne û jinên azad dike hedef, ji wan hesab bipirsin.
Êdî dema rawestandina van êrîşên qirker ên faşîzmê ye!
Di dawiyê de Koordînasyona KJK’ê bang li gelê kurd û dostên wan kir ku li dijî faşîzmê bibin yek, çalakiyên mezin bikin.”