Tevna Istixbarata Iraqê ragihand ku duh serçeteyê DAIŞ’ê Omer El-Ketanî û çeteyên pê re hatin kuştin
Di operesyoneke taybet ya hêzên Iraqê de serçete Omer Şelaş Obêd El-Ketanî, çeteyê berpirsê medyayê Leys Cemal û Qital El-Mihacir hatin kuştin.
Lê Tevna Istixbarata Iraqê cihê kuştina çeteyan diyar nekir.
Berî niha jî hêzên Iraqê Waliyê Bexdayê yê berê çete Ehmed Isa El-Zawî Ebû Tilha kuştin.
Li aliyê din jî, 7 çeteyên DAIŞ’ê di operesyoneke hêzên Koalisyona Navneteweyî de li çiyayê Qirac hatin kuştin.