Parlamenterên Goran û YNK’ê tevlî kampanyaya îmzeyan a li dijî dagirkeriya Tirkiyê bûn. Parlamenteran diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker jenosîd e û bang li NY kirin ku êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk rawestînin
Jinên Ciwan ê Tekoşer û Ciwanên Welatparêz ji bo derxstina leşkerên dagirkeriya Tirk ji xaka başûrê kurdistanê û Iraqê kampaniyaya îmzeyan bi xurtî didomînin.
Heya niha 16 hezar îmze li seranserî başûrê Kurdistanê hatiye komkirin û gelek aliyên siyasî, parlementer, hunermend, peşmergeyên dêrîn jî piştgirî didin kampanyayê.
Parlementera başûrê Kurdistanê ya Tevgera Goran Gulîstan Seîd û Parlementera Iraqê ya YNK’ê Rêzan Şêx Dilêr jî, piştgirî dan kampanya ye.
Parlementera Tevgera Goran Gulistan Seîd, êrîşên dagirkeriya Tirk şermezar kir û diyar kir ku Tirkiyê bi êrîşên xwe jenosîdê dike û demogragiyê diguherîne.
Gulîstan destnîşan kir ku divê NY bedêng nemîne û êrîşên dagirkeriya dewletaTirk rawestînin..
Gulîstan derbarê kampanya îmzeyan de wiha got:
“Ev erk tenê ne yê we ye, yê hemû welatiyên Başûrê Kurdistanê ye.
Ev erkekî nîştîmanî û axparêziye û bi rûmete.”
Parlemetera YNK’ê Rêzan Şêx Dilêr: Pêwîste Iraq bersiva êrîşan bide
Parlementera Iraqê ya YNK Rêzan Şêx Dilêr jî destnîşan kir ku divê Iraq bersiva êrîşan bide û leşkerên Tirk ji Iraqê derxe.
Rêzan Şêx Dilêr got:
“Wisa diyar dike ku di navbera Iraq û Tirkiye de hevpeymanek heye.
Ji bo vê yekê, Tirkiye li herêmê baregehan ava dike û bombebaran dike û li hemberê wê Iraq bêdeng e.”