Şervanên birîndar ên li bajarê Hesekê bang kirin ku “Artêşa Niştimanî ya Sûriyê” ji ber sûcên wê yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê bikeve lîsteya terorê.
Dewleta Tirk a dagirker û “Artêşa Nîstîmanî ya Sûrî” li heremên dagirkirî bikaranîna çekên qedexekirî û kuştinan sivîl taybet zarokan ve gelek sûcên şer kiriye.
Şervanên ku di şerên bakûr û Rojhilatê Sûrî de birîndar bûne têkildarê mijarê axivîn û bang kirin ku divê Artêşa Niştimanî ya Sûrî bikeve lîsteya Terorê.
Qehreman Rojava yê ku di şerê li dijî dewleta Tirk û çeteyên wî de birîndar bûye diyarkir ku dewleta Tirk bi riya koma çeta ya bi navê “Artêşa Nîştîmanî ya Sûrî” ve gelek sûcê şer pêk anî û jin û zarok qetil kir. Divê ev komên çete bikevin listeya terorê.
Baran Efrîn jî komkujiya Til rifatê bibîrxist û got: “Em ji wan çeteyan re dibêjin hûn terorîstin, divê bikevin lîsteya terorê.”
Hêlin Kobanê jî diyar kir ku wê dewleta tirk bi komkujiyan ve nikaribe bigihîje armancên xwe.