Konseya Ewropayê ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê gavek avêt

Komîteya Herdemî ya Meclisa Parlementeran a Konseya Ewropayê, ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê gavek avêt.

Komîteya Herdemî, rapora derbarê êrîş û zextên Tirkiye yên li ser sivîl û siyasemedaran ku kiribû rojeva xwe, erê kir.

Rapor ji aliyê parlementerên Swêdî ve hatibûn amadekirin.

Di raporê de, bi taybet bal hat kişandin ser tecrîda li Îmraliyê, lê desteyên Tirk pir hewl da vê bendê derxînin, lê ev yek pêk nehat.

Komîteya Herdemî fikarên xwe ji zextên li Tirkiyê anî ziman û got:

“Divê dewleta Tirk destûrê bide, ku rapora CPT’ê ya 2016’an bê eşkerekirin.

Hemû pêşniyarên CPT’ê yên li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê jî ku di serî de birêz Abdullah Ocalan ên têkiliyên wî ji cîhana derve û girtiyên din hatine qûtkirin, bên pêkanîn.”

Komîteya Herdemî ya Konseya Ewropayê, di serî de girtina hevşaredarê Qersê, parlementerên berê û û girtina endamên HDP’î yên vê dawiyê jî şermezar kir.

Back to top button