Amerîka banga rawestandina şer li Qerebaxê kir

Wezîrê Derve yê Amrîkyayê Mike Pompeo bang li Ermenistan û Azerbeycan kir ku şerê xwe li Qerebaxê bi dawî bikin.

Ev bang piştî civîna Pompeo bi Wezîrên Dervê yên Azerbeycan û Ermenistan re, hat kirin.

Wezîrê Amerîkî anî ziman ku divê şer bi lez raweste û sivîl werin parastin û teqez kir ti çare ji bilî ya aştiyane tune ye û şer ne rêya xelasiyê ye.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Ermenîstanê, dewleta Tirk bi şerê li Qerebaxê tawanbar kir ku ew ne tenê şer bi rê dibe, belê teknîk û çeteyan jî bo Azerbeycanê pêşkêşî dike.

Jixwe dewleta Tirk bi şandina çeteyên xwe yên Sûrî bo Azerbeycanê ji gelek aliyên navdewletî ve tê tawanbarkirin û li gorî Çavdêriya Sûrî heta niha 119 çeteyên wê di şerê li Qerebaxê de hatine kuştin.

Back to top button