Li bajarokê Xendûrayê yê gundewarê rojavayê Cerablusê duh teqînek pêk hat.
Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê, teqîn girt ser xwe û diyar kir ku 8 çete di çalakiyê de hatin kuştin.
Odeya çalakiyan a Xezeba Zeytûnê têkildarî teqînê daxuyaniyek da û got:
Ev çalakî di çarçoveya çalakiyên tolhildanê yên li Bakurê Sûriyê de tên kirin.
Ev çalakî li dijî çeteyên ku beşdarî dagirkirina Efrînê bûne, şêniyên wê dan koçberkirin û kirnên derexlaqî pêk anîne.
Odeyê diyar kir ku 4 çete di teqîna bi navê “Emniyê Izaz” de hatin kuştin.
Navên çeteyên ku hatine kuştin wiha ne;
Elewî Neyîf , Emîr Dîbo , Mihemed El-Şêx Neyîf ji bajarê Til Rifet in.
Yê din jî bi navê Rebî El-Rebî ji bajarê Kefrê ye û 4 çete jî ji îstixbaratên dagirkeriya Tirkiyê ne.
Odeyê destnîşan kir ku çalakiya wan di dema teqîna Efrînê de pêk hat û tê de bi dehan çeteyên Tirkiyê hatin kuştin