Bi hezaran koçberên Efxan ên li Pakistanê, ji ber gefa dersînorkirinê ya hikumeta Pakistanê dest bi terikandina vî welatî kirin.
Pakistanê hişyarî dabû 1.7 milyon koçberên Efxan ê li welatê wan ku heta 1’ê Mijdarê welêt biterikînin.
Hate ragihandin ku di rewşeke berevajî de wê bi rengekî neqanûnî bêne girtin, di binê çavan de bêne hiştin û ber bi Efxanistanê ve bêne dersînorkirin.
Hikumeta Talîbanê ya li Kabûlê ji bo vê polîtîkaya dersînorkirinê got ‘tacîz’ û şermezar kir.
Li gorî rayedaran, bi hezaran penaberên Efxan ji deriyê sînor ê Torhamê derbas bûn û bi wesayit û qemyonan berê xwe didin sînor.
Tê gotin, ev hejmar zêde dibe.
Li gorî daxuyaniya ji deriyê sînor ê Torhamê hate kirin, bi liv û tevgera vê sibehê re zêdeyî 10 hezar penaber derbas bûn.
Hate ragihandin ku ji destpêka meha Cotmehê û vir ve zêdeyî 100 hezar koçberên Efgan li welatê xwe vegeriyan.