NY: DAIŞ BI DAWÎ NEBÛYE TA KU EM BIBÊJIN WÊ JI NÛ VE VEGERE

Her roj rapor û lêkolînên der bar egera jinûvegera çeteyên DAIŞ’ê li Sûriye û Iraqê zêdetir dibin.
Di vê derbarê de navendeke analîzan a NY diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê bi dawî nebûye, heta ku em bibêjin wê ji nû veger.

Navenda Sofan a analîzan der barê hebûna çeteyên DAIŞ’ê li Sûriye û Iraqê raporek weşand.

Navendê di rapora xwe de diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê li Sûriye û Iraqê hîna li ser lingên xwe ne û divê em nebêjin ku bidawî bûne.

Navendê destnîşan kir ku çeteyên DAŞ’ê bi dawî nebûne ta ku em bibêjin wê ji nû ve vegere.

Beriya niha jî wezareta Parastinê ya Emerîkayê Pentagon, der barê mijarê de raporek weşand û tê de tekez kiribû, ku çeteyên DAIŞ’ê bi riya şaneyên xwe yên razayî li Sûriye û Iraqê xwe ji nû ve ava dikin.

Di yekşema borî de jî û bi riya vîdyoyekê çeteyên DAIŞ’ê gefên xwe li dijî Koalsyona Navdewletî û Kurdan nû kir û da xuyakirin ku ew xwe ji nû ve ava dike.

 

 

 

 

Leave a Reply

Back to top button