Li dijî Baregeha Ayn El-Esed a Leşkerî ya Emerîka li parêzgeha Enbar a Iraqê êrîşek bi mûşekan pêk hat.
Şaxa Ragihandina Ewlehiyaê ya Wezareta parastinê ya Iraqê bi daxuyaniyekê diyar kir ku Baregeha Ayn el-Esed a leşkerî ya DYA’yê bi 5 mûşekan hat hedef girtin.
Di daxuyaniyê de hat ragihand ku ti zerarên madî çênabûne û wê di demên pêş de agahiyên berferhtir werin parvekirin.
Baregeha Ayn el-Esed a Leşkerî weke baregeha herî mezin a Amerîkayê li Iraqê tê naskirin.
LI BAJARÊ KERKÛKÊ
DI ÊRIŞA DAIŞ’Ê DE, ENDAMEK HEŞDA ŞEBÎ HATE KUŞTIN
Li aliyekî din çeteyên DAIŞ’ê êrîşî baregehên Heşd Şebî ya li navçeyên Xaneqîn û Diyalayê yên Kerkûkê kirin.
Di encam de êrîşê de endamekî Heşda Şebî yê bi navê Xalid Neme Zalmî jiyana xwe ji dest da.