Ewropa: Em ê samanên Rûsya yên li nava ye bicemidînin

Bi êrişê re li nava cîhanê jî bertekên tund derketin. Berteka herî tund ji YE hat. Seroka Komisyona YE Von der Leyen got, Ew ê hemû samanên Rûsya yên li nava YE bicemidînin. Serokwezîrê Alman Scholz êriş weke rojeke reş ji bo Ewropa binav kir. Serokwezîrê Brîtanya Johnson jî got; Putin rêya komkujî û wêraniyê hilbijar

Ewropa li dijî êrişa Rûsya dixwaze dengê xwe bilind bike.

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen ragihand ku ew ê li dijî Rûsyayê ku dest bi dagirkirina Ûkraynayê kiriye “cezayên herî tund” bisepînin.

Von der Leyen got, “Em ê mal û milkên Rûsyayê yên li YE bicemidînin û gihandina Rûsyayê ya ji bo bazara fînansî ya Ewropayê rawestînin.”

Von der Leyen êrîşên Rûsyayê yên li ser Ûkraynayê şermezar kir û ew wek “êrîşeke hovane” bi nav kir.

Scholz: Ji bo Ewropayê rojeke reşe

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz operasyona leşkerî ya Rûsyayê li Ûkraynayê weke “binpêkirineke eşkere” ya hiqûqa navneteweyî pênase kir û ev yek weke “rojeke reş” ji bo Ewropayê bi nav kir.

Scholz got, “Almanya bi awayekî herî tund vê kiryara bêwijdaniya Putin şermezar dike.

Em bi Ûkrayna û gelê Ûkraynayê re di nava piştevaniyê de ne.”

Johnson: Putin rêya komkujî û wêrankirinê hilbijart

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson êrîş şermezar kir û got,

Serokê Rûsyayê Putin rêya komkujî û wêrankirinê hilbijart.

Brîtanya û hevalbendên wê dê bi biryar bersivê bidin.”

Stoltenberg: Hevalbendên NATO wê bicivin û bersivê bidin

Bi despêkirina êrişa li ser Ûkraynayê re, yek ji helwesta dihat mereqkirin ya NATO yê bû.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg êrîşa Rûsya şermezar kir û got;

Hevalbendên NATOyê wê li hev bicivin û bersivê bidin “çalakiyên êrîşkar ên Moskowê”.

Stoltenberg: Me planên parastinê yên li dijî êrişa Rûsya aktîv kir

Stoltenberg careke din derbet pêşberî çapemeniyê û vê carê zimanê xwe tundtir kir.

“Em bi temamî piştgirîya serxwebûna Ûkraynayê, mafê xweparastinê û yekparçeyîya axê dikin.

Rûsya rêya azad û serbixwe ya Ûkraynayê înkar dike”

Stoltenberg diyar kir ku NATO biryar da planên xwe yên parastinê aktîv bike û ev tişt anî ziman.

Ev gav, di dema krîzê de ji bo parastina hevalbendên me ye.”

Guterres banga li Putin kir êrişê rawestîne

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê civîneke awarte li dar xist.

Sekreterê Giştî yê NY Atonio Guterres, piştî daxuyaniya Serokê Rûsyayê Putin a derbarê êrîşê de, di kêliya dawî de bang li Putin kir û jê xwest ku “bi navê mirovahiyê” vê êrîşê rawestîne.

Back to top button