“Ambargo û girtina dergehan jiyana koçberan dixe xeteriyê”

Serokê Nivîsgeha Kar û Barên Koçber û Penaberan Şêxmus Ehmed diyar kir ku girtina dergehan ji aliyê Rûsya ve, herêmê ber bi kereseteke mirovî ve dibe. Serokê Nivîsgehê bang li Konseya Ewlehiyê, NY, Komkara Erebî û YE kir ku xebatê ji bo vekirina dergeha Til Koçerê bikin.

Piştî rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hemû çeteyan û di dawiyê de jî ji çeteyên DAIŞ’ê, bi sed hezaran koçber berê xwe dan herêmên Rêveberiya Xweser.

Ev koçber niha di kampan de bi kêmderfetiyên Rêveberiya Xweser ve jiyan dikin.

Ji ber Vetoya Rusya li ser deriyên Til Koçer jî alîkariyên mirovî derbasî herêmên Rêveberiya Xweser nabin.

Serokê Nivîsgeha Kar û Barên Koçber û Penaberan Şêxmûs Ehmed têkildarî mijarê axivî.

Serokê Nivîsgeha Kar û Barên Koçber û Penaberan Şêxmûs Ehmed bal kişand ser rewşa xirab a koçberan û ev tişt anî ziman:

“Ji ber girtina dergehan, hemû herêmên Rêveberiya Xweser û bi taybet herêma Cizîrê a ku piraniya koçberên hembêz dike ber bi kereseteke mirovî de diçe.”

Şêxmûs Ehmed diyar kir ku di serî de ev pirsgirêkeke siyasî ye, sedema vê jî peymanên di navbera Rûsya, Tirkiye û rejîma Sûriyê de ye.

Ehmed destnîşan kir ku koçberên Efrînê yên li Şehbayê jî ji ber ambargoya ku li ser wan hatiye ferz kirin zehmetiyan dikşînin.

Ehmed ev bang kir :

“Em hêvîdar in ku Konseya Ewlehiyê, NY, Komkara Erebî û YE ji bo vekirina dergeha Til Koçerê xebatê bikin.”

Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî Farûq El-Maşî jî diyar kir ku Rêveberiya Xweser Barên bi milyonan koçber rahiştiye lê NY ti alîkariyê pê re nake.

Farûq El-Maşî bi navê desteyê bang li NY dikin da ku alîkariyên mirovî bêhtir bike.

Back to top button