Jiyana Fatîna ya 12 salî bi mucîzeyekê rizgar bû

Di van demên dawî de gelek bûyerên ku zarok û kes di bîrên vekirî de werbûne qewimîn.
Piraniyan qurbaniyan piştî têkçûna hewldanên tîmên lezgîn ên dijwar li çend bajaran jiyana xwe ji dest dan.
Lê çîroka keça 12 salî Fatîna Mihemed cuda ye.

Zaroka 12 salî Fatîna Mihemed ji bajarê Minbicê mîna mucîzeyekê bi çalakiyeke lehngî ku di bîrê de werbû jiyaneke nû jê re hate nivîsandin.

Piştî ku Fatîna Mihemed li taxa Elkecalî ya Mibicê di bîrekê de werbû û di çend seatên şevê de di nava tarîtiya wê bîrê de ma tîma lezgîn a Heyva Sor a Kurd berê xwe da cihê bûyerê.

Li vir endamê Heyva Sor Basil Mûsa û ajokarê ambulansê Xebat Nebo bê tirs xwestin Fatîna xilas bikin.

Basil û Xebat daketin bîrê û dibînin ku pişta Fatîna şikestiye wê derdixin û yekser ji bo dermankirina wê, wê vediguhezînin nexweşxaneyê .

Rêveberiya Heyva Sor a Kurd ji ber vî karê qehremanî her du endam xelat kir û spasiya hemê endamên hewarçûnê kir.

Li Kobanê zarokek di bîrê de wer bû

Şehba-Ji ber dorpêçê ciwanê di bîrê werbû jiyana xwe ji dest da

Back to top button