Li gundê Bender ê rojavayê bajarê Kobanê zarokeke 3 salî di bîrekê de wer bû.
Nûçegihanê me ji kobanê ragihandin ku zaroka bi navê Mîral Bekir 3 salî di bîreke 17 metreyî de wer bû.
Bîr nêzî mala wê li gundê Bender ê rojavayê Kobanê ye.
Xebatên xilaskirina wê zarokê ji aliyê şêniyan û tîmên girêdayî Şaredariya Gel ve berdewam in.