Serokê hikumeta Şamê Beşar Esed gihaşt Cedayê

Serokê hikumeta şamê Beşar Esed gihaşt Cedayê, ji bo ku tevli 32’emîn civîna erebî bibe.

Nivîsgeha “Seroketiya Sûriyê” îro ragihand ku Beşar El Esed gihaşt Cedayê ji bo ku tevli civîna 32’emîn a Meclisa Komkara Erebî bibe ku dê înê li dar keve.

Di 10’ê vê Gulanê de jî, Qiralê Erebistana Siûdî Selman Bin Ebdulezîz, Beşar Esed bi fermî vexwend civîna Meclisa Komkara Erebî ku li Cedayê bibe.

Piştî 12 salan, Sûriye dîsa beşdarî xebatên civînên erebî dibe.

Wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel El Miqdad li ser asta wezîrên karên derve beşdarî civînên amadekar ên Meclisa Komkara Erebî bû.

hêjayê bi bîrxistinê ye ku civîna herî dawî ya ku Esed tê de beşdar bûye 27’ê Adara 2010’an li bajarê Sirt ê Lîbyayê bû.

Beşar Esed wê sibê beşdarî Lûtikeya Erebî bibe

Back to top button