HPG: Li navçeya Bazîd a Agirî 79 leşkerên dagirkeriyê hatin Kuştin

Bi hatina meha Adarê re, gerîlayên HPG û YJA Starê derbên xurt li dagirkeriyê dan.

Gerîlayan 2’ê Adarê li Bazîda Agirî çalakiyek bi bandor pêk anîn.

Di çalakiya li dijî konvoya leşkerî pêk hatî de 79 leşkerên dagirkeriyê hatine kuştin û konvojî hatiye bêkêrkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiya berfireh a gerîla ya li bejahiya navçeya Bazîd a Agiriyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê ragihand ku di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê ku didome de gerîlayan 2’ê Adarê li ser rêya navbera navçeya Bazîd a Agiriyê û gundê Gurbûlakê li dijî konvoyeke leşkerî ya artêşa dewleta tirk a dagirker çalakî kirin.

Li gorî vê;

Ji nêz ve derbên giran li 3 otobus û wesayiteke zirxî ya bi tîpa kobra yên di konvoyê de hate xistin.

Ji van 2 otobus û wesayitên zirxî yên bi tîpa kobra hatin teqandin û derb li otobusekê jî hate xistin.

Leşkerên ku ji bo destwerdanê hatin cihê çalakiyê bûn hedefa gerîlayan.

HPG’ê dazanîn ku hêzên wan bi şêweyê sabotajê li leşkerên dagirkeriyê xistin.

Di encama vê operasyona şoreşgerî de bi giştî 79 leşker hatin kuştin.

Hêzên dagirker piştî çalakiyê bi rêya bi dehan ambûlansan leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakirin.

HPG’ê ragihand ku gerîlayên ku çalakî pêk anîne bi rengekî serkeftî çalakiya xwe qedandine û li baregehên xwe vegeriyane.

Back to top button