Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê balafireke Tirkî xiste xwarê

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, ragihand ku hêzên wan balafireke Tirkî xiste xwarê.

Îro Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, bi riya daxuyaniyekê ragihand ku hêzên parastina asîmanî balafireke Tirkî ku ji Mesratayê bilind bû kir hedef.

Di encamê de balafir di herêma Bûqîrîn ku nêzî bajarê Mesratayê ye ket xwarê.

Artêşa Niştimanî diyar kir ku ev balafir hewil dida êrîşî hêzên wan bike.

Duh jî Berdevkê Artêşa Niştimanî, Ehmed El-Mismarî, ragihand ku wan gelek nuqteyên hikûmeta Wîfaqê li Terablus û Mesratayê kirin armanca xwe û ziyanên mezin rû dane.

Ehmed El-Mismarî destnîşna kir ku ew rêzê ji agirbestê re digirin, lê dewleta Tirk û çeteyên wê, sivîlan di ber çavan re derbas nakin.

Artêşa Niştimanî, banga dawî li çeteyên dewleta Tirk ên Sûrî kir, ku xwe radest bikin ji bo bi selametî vegerin welatê xwe.

Artêşa Niştimanî teqez kir ew ê dawî li dagirkeriya Tirk a li Lîbyayê bînin.

Back to top button