Tevî banga NY, lê dewleta Tirk herêma Şehbayê topbaran dike

Dewleta Tirk û komên wê yên çete navçeya Ehres a Şehbayê bi dijwarî topbaran kir.

Li gorî agahiyan jî, vê toparanê ziyanên madî li pey xwe hiştin.

Ji ber rê li ber belavbûna Vîrûsa Coronayê were girtin, tê zanîn li herêma navborî qedexeya derketina derve di pratîkê de ye û tevger tine ye.

Lê belê dîsan jî Tirkiyê êrîşî herêma Şehbayê dike.

Herî dawî û ji ber Corona gefê li cîhanê dixwe, NY xwestibû şerê li Sûrî were rawestandin û Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê jî bi awayekî erênî bersiva vê bangê da.

Back to top button