Li bajarên Serawan û Zahdan li dijî rejîma Îranê greva giştî dest pê kir

Li dijî kuştina kolberên Belûc û êrişên li dijî xwepêşandêran li bajarên Serawan û Zahdan ên parêzgeha Belûcistanê, greva giştî dest pê kir.
Li dijî êrîşên rejîma Îranê platforma Demokratîk a Îranê daxuyanî da û ragihand ku ew bi têkoşîna xelkê Belûc re ne.

Li bajarê Serawan ê Belûcistanê, êvara 22’ê Sibatê çekdarên Îranê êrişî kolberên Belûc kir.

Di êrişê de 10 kolber hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn.

Duh li dijî vê êrişê li bajarê Serawan xwepêşandanê dest pê kir.

Ji ber êriş û destwerdana leşkerên Îranê alozî derket, piştî êrişê welatiyan berê xwe da navendên îdarî yên bajêr, çend navendên leşkerî dorpêçkirin û ketin avahiya qeymeqamtiya Serawanê.

Leşkerên Îranê li nava baregehên xwe xwepêşandêr gulebaran kirin û li bajarên derve leşker şandin bajêr da ku welatiyan bê deng bikin.

Ji êvara duh ve welatiyên parêzgeha Belûcistanê ji bo piştgiriya serhildana xelkê Serawan daketine qadan.

Li bajarê Pompeşt ê parêzgehê jî welatiyan ragihand ku amade ne, xwe biparêzin.

Belûciyên Pakistanê jî, ji bo piştgiriyê ber bi sînor ve herikî.

Îro danê sibehê, hate ragihandin ku gelek kes li Serawanê hatine destgîrkirin û li ber navendên ewlehiyê xizmên girtiyan kom bûne û daxwaza berdana wan dikin.

Li gorî agahiyan, li bajarên Serawan û Zahdan greva giştî heye û tevahiya bazar û dikan girtî ne.

Her wiha tê gotin li van bajaran liv û tevgereke leşkerî ya zêde heye.

Ji ber sedema qutbûna xetên înternet û telefonê hîn hejmara kuştin, birîndarkirin û destgîrkirina xwepêşandêran nayê zanîn.

Êrişa rejîma Îranê ya li ser xelkê belûçî şermezar kir

Li dijî êrîşa rejîma îranê bertek deketin.

Platforma Demokratîk a Îranê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku ew bi têkoşîna xelkê Belûç rene û cînayetên Komara Îslamî ya li Serawanê jî şermezar kir.

Platformê di daxuyaniyê de bang li hemû gelên bindest, azadîxwaz, saziyên mafê mirov, ragihandinên demokratîk û azadîxwaz kir piştgiriyê bidin xelkê Belûç.

Her weha Platformê ji gelên Îranê xwest ku piştevaniya gelê bindest ê Belûç bikin.

Back to top button