Rewşenbîr: Felsefeya Rêber Ocalan çareserî ye

Rewşenbîrên kantona Girê Spî xemsariya navneteweyî ya li hember tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kir. 

Rewşenbîr Ferhad Şikrî anî ziman ku felsefeya Rêber Apo çareseriya herî guncaw a doz û nakokiyên li herêmê ye.

Ferhad Şikrî diyar kir ku fikr û felsefeya Rêber Apo bû bingeha têkoşîna gelan a li dijî zilma dagirkeran.

Ferhad Şikrî bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku li hember tecrîda giran bi erkên xwe rabin.

Rewşenbîr Malik El Humeyrî jî li hember tecrîdê ev bang li gel kir: ”Divê gelên herêmê têkoşînê mezin bikin.

Divê gel li ser komployên ku li dijî wan tê kirin, bên hişyarkirin. Ji ber ku ev pergal dixwazin wan kontrol bikin.”

Malik xemsariya navneteweyî ya li hember tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kir û banga dawîkirina trcrîdê kir.

Back to top button