Siyasetmedaran komkujiya Cindirêsê şermezar kirin

Siyasetmedaran diyar kir ku komkujiya Cindirêsê nîşana kîn û nefreta dewleta Tirk li hember gelê Kurd e.

Siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûrî derbarê komkujiya li Cindirêsê de axivîn û bertek nîşan dan.

Di vê derbarê de Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Sûriye Ciwan Seko axivî û komkujî şermezar kir.

Ciwan Seko anî ziman ku ev 5 salin dewleta Tirk û çeteyên xwe sûcên herî hov li Efrînê pêk tîne û got:

”Dewleta Tirk demografiya Efrînê diguherîne, şêniyan dikuje, wan direvîne û mal û milkên wan talan dike.

Ev hemû sûcên şer in û hemû jî di çarçoveya qirkirinê û tunekirina dîroka Kurdan li herêmê de pêk tên.”

Seko destnîşan kir ku partî û gelên herêmê dê bibin dengê xelkê Cindirêsê û Efrîna dagirkirî.

Sekreterê giştî yê Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyeyê Mihemed Mûsa jî derbarê heman mijarê de axivî û got:

“Komkujî ji bo vemirandina agirê Newrozê pêk hat. Ev nîşana kîna Tirkiyê li hember Kurdan e.”

Mihemed Mûsa bang li saziyên navneteweyî kir ku li hember sûcên ku li Efrînê tên kirin bi erkên xwe rabin.

Back to top button