Wezîrê Parastinê yê Îngilistanê: Ji bo piştevaniya Kîev me çek şandine herêmê

Li sînorê Ûkrayna jimara hêzên leşkerî zêde dibe. Li dijî tevgera Rûsya ya li sînor, London jî hêz şand herêmê. Wezîrê Parastinê yê Îngilistanê Wallace ragihand ku wan çekên li dijî tankan şandine herêmê û got: Her cure êrişek pêk were, wê weke dagirkerî were dîtin.

Bi geşbûna aloziya li sînorê Ûkraynayê re, Îngilistanê jî helwesta xwe hîn zelaltir dike.

Wezîrê Parastinê yê Îngilistanê Ben Wallace ragihand ku ji bo bihêzkirina parastina li dijî Rûsyayê wê mûşekên dijî tankê ya menzîl kurt ji Ûkraynayê re were şandin.

Li gorî daxuyaniya Wallace ya ji parlamenterên Brîtanî re ku piştî Rûsyayê 100 hezar leşker şandin sînorê Ûkraynayê, wan komek piçûk ji leşker wê ji bo perwerdehiyê bişînin Ûkrayna.

Wallace got, “fikara rewa û rast” heye ku leşkerên Rûsî ji bo dagirkirinê derbasî Ûkraynayê bibin.

Li aliyê din Rûsya jî diyar dike ku ti armanceke wan a bi vî rengî nîne û ji aloziyê jî welatên Rojava tewambar dike.

Ji sala 2015’an ve bi dehan leşkerên Brîtanyayê ji bo perwerdekirina leşkeran şandine Ûkraynayê.

Di heman demê de, piştî dagirkirina Rûsyayê ya Kirimê di sala 2014 de, Brîtanya soz da ku hêza deryayî ya Ûkraynayê bihêz bike.

Ji aliyê din ve Wezîrê Parastinê yê Îngilistanê di daxuyaniya xwe ya dawî de diyar kir ku Îngilîstanê ji bo ewlehiyê wekî “gefên zêde yên Rûsyayê” alîkarî şandine.

Her çend doh cûreyên tiştên hatine şandin, nehate ragihandin jî lê hate diyarkirin ku despêkê çekên sivik ên antî-tank hatine şandin.

Wallace: Her cure êrişek wê weke dagirkerî were dîtin

Ben Wallace bal kişand ku mafê Ûkraynayê heye xwe biparêze û ev tişt anîziman:

Ev çek menzîl kurt, ji bo armancên parastinê ne û ji bo Rûsyayê tu metirsiyê çênakin.

Di her êrişeke Rûya ya têkdana aramiya li Ûkrayna de wê cezayên navdewletî werin sepandin.

Her êrişek wê weke dagirkerî were binavkirin.

Ev yek wê ziyanên mezin bigihîne herdu aliyan.

Alozî li rojhilatê Ûkraynayê ji sala 2014’an ve didome.

Ev alozî tevî ku agirbesta navbera cudaxwazên bi piştgirîya Rûsyayê û artêşa Ûkraynayê hîna dewam dike.

Ji aliyê din ve Rûsya welatên NATOyê bi şandina çekan bo Ûkraynayê û Amerîka jî bi zêdekirina aloziya li herêmê tawambar dike.

Back to top button