ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo çalakî û bangên di asta navneteweyî de zêde dibe.
Parlementera Partiya Keskan ya Awûstralyayê Abîgaîl Boyd bertek nîşanî tecrîdê da û got: Divê Azadiya Abdullah Ocalan were misogerkirin.
Ji Parlementerên Partiya Keskan a Awûstralyayê Abîgaîl Boyd di parlamentoyê de bal kişande li ser Azadiya fîzîkî a Rêber Apo.
Parlementer Boyd di serî de bertek nîşanî tecrîda li ser Rêber Apo da û wiha got:
Ev polîtîkaya tecrîdê ya li dijî Ocalan, binpêkirina qanûnên Tirkiyê û navneteweyî ye.
Abdullah Ocalan û PKK’ê bi dehan salin ji bo azadî û mafên demokratîk yên gelê Kurd li dijî dewleta Tirk têdikoşin.
Boyd diyar kir Rêber Apo ji bo hemû Kurdan ronahiya hêviyê ye û got:
Ji bo ku Abdullah Ocalan di çareseriya aştiyane û demokratîk ya pirsgirêka Kurd de rola xwe bilîze, divê demildest tecrîda bê rakirin.
Parlementera Partiya Keskan ya Awûstralyayê Abîgaîl Boyd bang li hikûmetê kir ku piştgiriyê bidin gelê Kurd û banga azadiyê ya ji bo Abdullah Ocalan.