Li Tebayê ji bo azadiya Rêber Apo komxebatek hat lidarxistin

Di çarçoveya pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Apo de, li Tebayê komxebatek hate lidarxistin
Beşdaran ramanên Rêber Apo wekî mîsogerkirina aştiyê li tevahî cîhanê pênase kirin û ji bo azadiya wî banga hevgirtinê li gelan kirin.

Komxebat ji aliyê Komîteya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê ya Tebqayê ve hat lidarxistin

Komxebat li ser mijara felsefeya Rêber Apo û girîngiya têkoşîna ji bo azadiya wî fîzîkî pêk hat.

Beşdaran ramanên Rêber Apo wekî rêya xilasiya gelan ji dewletên kapîtalîst û mîsogerkirina aştiyê li tevahî cîhanê pênase kirin.

Endama Komîteya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê ya Tebqayê Zeyneb Kenan got:

“Rêber Abdullah Ocalan bi projeya xwe ya neteweya demokratîk, rêya çareseriyan ji tevahî kaosên li herêmê nîşan dide.′′

Berdevka Komîteya Tebqayê, Şeze El Hisên jî têkildarî girîngiya têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo axivî û ji bo azadiya wî banga hevgirtinê li gelan kir.

Komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû.

Back to top button