Salvegera 6. a damezirandina Meclîsa Leşkerî ya Minbic

Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi boneya salvegera 6`an a damezirandina meclisê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, rizgarkirina Minbicê ji terorê ji kêliyên dîrokê yên têkoşîna bajar e.

Meclisê bi vê boneyê şehîdên pêngava rizgarkirinê bi bîr anîn û got:

“Bi vê wesîleyê em damezrînerên meclisê di serî de Feysel Ebû Leyla, Ebû Emced, Ebû Casim Begarî û lehengên din bi bîr tînin ku ji bo rizgarkirina bajarê xwe canê xwe feda kirin.”

Di daxuyaniya xwe de Meclîsê bal kişandin ser hewldanên derxistina fitneyê di nava gelê herêmê de û got::

Lê gelê herêmê bi saya avakirina saziyên xwe yên sivîl û leşkerî ev hewldan têk bir û rêzdariya ji pirrengiya civakî, çandî û olî re esas girt.

Meclîsê carek din soz da ku ew ê gelê herêmê ji êrişan biparêzin û rûmeta şêniyan û vîna wê biparêzin.

Dawiyê de jî Meclîsê diyar kir avabûna Meclisa Leşkerî ya Minbicê destpêka hilweşandina DAIŞ’ê bû..

Back to top button