Ji ber êrîşên Tirkyê li ser Eyn Îsayê zarokek şehîd bû û 5 sivîl birîndar bûn

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji vê êvarê de gundên Eyn Îsayê topbaran dikin ku di encamê de zarokek şehîd bû û 5 sivîl jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk û çeteyên wê gundê Hediriyat ê başûrê rojhilatê Eyn Îsayê topbaran kir û zarokê bi navê Mihemed Himêdî El-Xelîl yê 12 salî şehîd bû û 5 sivîl birîndar bûn.

Li gorî Nexweşxaneya Şehîd Omer Elûş navê kesên birîndar wihane; Abdullah Emar Abdullah, Necîb Îbrahîm, Zehra Salih El-Semio, Îman Salih El-Semio û Ezîza El-Cixêdim.

Her wiha QSD’ê di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşan da û bargehên leşkerî yên artêşa Tirk ku li herêmê hatibûn avakirin topbaran kirin

Fermandariya QSD`ê ya Eyn Îsayê ragihand ku di şerê heta niha 15 leşkerên dagirkeriyê hatin kuştin û 7 çete bûne.

Back to top button