Dagirker êrîşî gudnên Eyn Îsa dikin, şervanên QSD’ê bersiva êrîşan didin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji duh de bi awayekî dijwar êrîşî gundên Eyn Îsayê dikin.
Li gundê El-Mişêrfê û Seyda şerê di navbera şervanên QSD`ê û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de berdewam dike.
Li herêmê şerekî dijwar diqewime. Di encama bersivdayîna QSD’ê de herî kêm 3 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.

Dewleta Tirk a dagirker ev sê roje bi awayekî dijwar gûndên derdora navçeya Eyn Îsa topbaran dike.

Bi taybetî vê sibê li herêmê şerekî dijwar qewimî.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Meilek, Seyda û derdora navçeya Eyn Îsayê û rêya M4 topbaran dikin.

Wekî di dimenan de jî xuya dike artêşa dagirker di saetên nîvro de bi çekên giran taxên navçeya Eyn Îsa topbaran kirin.

Her wiha çeteyan di xeta gûndên Seyda de di bejahî de hewildan ji pêş ve werin.

Lê Hêzên QSD`ê bersiva êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî navçeya Eyn Îsayê û gundewarê wê didin.

Heta niha li herêmê şerekî dijwar diqewime.

Nûçegihanê me ragihand ku di encama bersivdayîna QSD’ê de 3 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin, maşîneyek zirxî ya dagirkeran hate teqandin.

Hem wextî êrîşên li ser navçeya Eyn Îsa artêşa dagirker topbarana xwe ya li ser gundê Mişêrfê jî didomîne.

Artêşa Tirk gundên Şêrawa û Şehbayê topbaran kirin

Hemwextî êrîşên li ser Eyn Îsa arteşa Tirk a dagirker gundên Meranaze, Malîkiyê û Şiwarxa yên navçeya Şera jî topbaran kirin.

Back to top button