Rûsya ji bo tetbîqata bi Balarûsya re dest bi şandina leşkeran kir

Rûsyayê bi hinceta “tebîqatên leşkerî” dest bi veguhestina leşkeran bo Belarûsê kir. Belarûs welatê ku dikeve bakurê Ûkrayna. Tê gotin ku ev gav wê bibe sedema fikaran li paytextên rojavayî ku Rûsya amadekariya dagirkirina Ûkraynayê dike. Êdî gavên despêka êrişeke li dijî Ûkrayna tê xuyakirin.

Tevî hemû hişyarî û bangawaziyan sewqiyatên leşkerî yên li sînorê Ewropa zêde dibe.

Tetbîqatên bi navê “Çareseriya Yekbûyî” ku wê di navbera artêşa Rûsya û Belarûsê de pêk were, niha ve li gel welatên Ewropa metirsî daye avakirin.

Di vîdyoyên li ser medyaya civakî hatin parvekirin de hat dîtin ku çekên giran û wesayîtên din ên leşkerî bi trênê ji bo Belarûsya tên şandin.

Serokê Konseya Parastinê ya Belarûsê Aleksandir Volfovic diyar kir ku leşkerên Rûsyayê ji bo tetbîqatên ku di meha Sibatê de bên kirin berê xwe dane welêt.

Li gorî malpera The Guardian, pisporên leşkerî îdia dikin ku ger hewldanek mezin a dagirkeriyê hebe, Rûsya dikare di ser Belarusê re êrîşî welêt bike da ku qada Ûkrayna divê biparêze zêde bike.

Serokomarê Belarûs Aleksandr Lukaşenko li hemberî cezayên rojavayî bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re her ku diçe nêz dibe û dev ji polîtîkaya “bêalîbûna li ser Ûkraynayê” ya ku di sala 2014’an de dabû destpêkirin, berda.

Lukaşenko doh ragihandibû ku wê hêzên wan û Rûsya di Sibatê de tetbîqateke berfireh ya leşkerî pêk bînin.

Back to top button