Gendelî û sermaya Barzaniyan a li DYA

Rojnamevan Zack Kopplîn 7’ê Kanûnê hin belgeyên têkildarî gendelî û sermayeya Barzaniyan eşkere kiribûn. Li gorî belgeyan bi qasî nirxê 75 milyon dolaran avahiyên Barzaniyan li Emerîkayê hene.

Parlementerê Tevgera Goran Daban Mihemed derbarê belgeyên li ser Mesrûr Barzanî de eşkere kir ku bi sedan dosyayên bi wî awayî li ser talankirina dahata başûr hene. Têkildarî mijarê xelkên Helebçe yê jî anîn ziman, berpirsên hikûmetê hemû dewlemendiya herêmê ji bo xwe dibin.

Roja 7’ê Kanûnê Rojnamevan Zack Kopplin ku li navendeke lêkolîn û fikrî ya Amerîkayê kar dike, lêkolîneke xwe ya derbarê mal û milkên Barzaniyan ya li Amerîkayê de ji raya giştî re eşkerekir.

Kopplin belgêyên têkildarî sermaya Barzaniyan a li Emerîkayê di rojnameya The Amarican Prospect û malpera www.prospect.org de parve kir.

Koplîn di nûçeya xwe ya têkildarî mal û milkên Barzaniyan wiha dibêje:

“Li eyaleta Miami ya Amerîkayê milkeke 12 hezar metre kare ya bi nirxê 18.3 milyon dolar ya Mesrûr Barzanî heye.

Dermanxaneyeke Barzaniyan ya lûks û şûşeyî ya nimûneya wê li cihek din nîne heye.

Li derveyî wê jî ji ber 4 car perê veşartine hatine girtin. Ev jî dide nîşandan ku milkên wan ên li Amerîkayê ewqas zêdene ku pere vedişêrin!

Bi giştî malbata Barzanî tenê ji bo van 4 milkan 75 milyon dolar dane.

Dibe ku ev razemenî tenê beşeke biçûk a sermaya malbatê ya li Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê be.”

Piştî belavkirina van belge û zanyariyan, carek din gendeliya berpirs û bazirganên PDK’ê cihe xwe di rojevê de girtiye.

Daban Mihemed: Bi sedan dosyayên mîna Mesrûr Barzanî hene ku dahata herêmê dizîne

Li ser mijarê Parlementerê Tevgera Goran yê Parlementoya Herêma Kurdistanê Daban Mihemed ji ajansa Rojnews re axivî.

Daban Mihemed diyar kir wan jî di gelek aliyan de li ser berpirsên hikûmet lêkolînkirine û dibêje:

“Bi sedan dosyayên mîna ya Mesrûr Barzanî hene ku dahata giştî dizîne û dest danîne ser hene, lê kes nine ku hesab ji wan bixwaze.”

Daban Mihemed da zanîn Komisyona Destpakî û Çavdêriya Darayî ji vê mijarê berpirsin û xwest parlementoya heremê jî li ser mijarê bibin xwedî helwest.

Welatiyên Helebçe: Berpirsên hikûmetê hemû dahata herêmê ji bo xwe dibin

Li ser heman belgeyan welatiyên Helebceyê jî ku zanîngeh qedandine û nehatine tayînkirin, nêrîn û nerazîbûnên xwe anîn ziman.

Welatiyan derbarê belgeyên gendeliyê yên li ser serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê de wiha gotin:

“Serokê hikûmetê ji bo xwe vîlaya bi 18 milyon dolarî rewa dibîne, lê tayînkirina me rewa nabîne.

Berpirsên hikûmetê hemû dahata herêmê ji bo xwe dibin. Ger desteya destpakî hebûya wê serokê hikûmetê ceza bikira.”

Back to top button