HDP: Bi komploya 15’ê Sibatê re xwestin aştiya civakê ji holê rakin

Têkildarî salvegera 24’an a komploya navneteweyî Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê, Partiyên siyasî û rêxistinên civaka daxuyanî. Hate diyar kirin bi polîtîkayên komplo û tecrîdê Tirkiye ber bi krîzan ve hatiye dehfdan û banga rakirina tecrîdê hate kirin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ên Êlihê jî komplo lanet kirin û gotin: “Azadiya Abdullah Ocalan di nava kurdan de berpirsyariyeke wijdanî ye”

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê bi wesîleya salvegera 24’an a komploya navneteweyî daxuyaniyek weşand.

HDP’ê diyar kir ku bi komploya navneteweyî re xwestin aştiya civakê û îradeya pêkvejiyana gelan ji holê rakin û got: “Komplo îro bi tecrîda girankirî, bi êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi daxwaza fetisandina şoreşê tê dewamkirin. ”

HDP’ê bi bîr xist ku ji Adara 2021’an û vir ve tu agahiyek ji Îmraliyê nayê girtin û wiha dewam kir;

“Daxwaza hevdîtinê ya malbat û parêzer, Hevserokên me yên Giştî û parlementerên me tê redkirin.

Daxwaza hevdîtinê ya ji 2 hezaran zêdetir parêzerên cîhanê jî nayê qebûlkirin.”

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê anî ziman ku encamên komployê îro hemû civak fetisandiye û bang kir da demildest tecrîda li dijî Rêber Apo bi dawî bibe.

Partiyên Siyasî û Rêxistinên Civaka sivîl komplo li dijî komplo daxuyanî dan

Bi heman armancê Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên Wanê jî li pêşiya avahiya HDP’ê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin bi Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber APo re gel bêçare hatine hiştin û hate gotin:

“Ji girtîgehan heta mal û kolanan, dengê gel ê li dijî tecrîdê bilind dibe.

Birêz Ocalan ji bo tifaqa dîrokî û stratejîk a gelên Tirkiye û herêmê 24 salan têkoşîneke gelek mezin da”

Çalakgeran bang kirin ku di zûtirin demê de pergala tecrîdê ya Îmraliyê were bidawîkirin.

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ên êlihê komplo û tecrîd şermezar kirin

Têkildarî salvegera komploya navneteweyî Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ên Êlihê jî axivîn û komplo û tecrîda li dijî Rêber Apo bi tundî şermezar kirin..

Back to top button