Nakokiyên dewletên hevkar ji holê ranabin. Dîsan Amerîka daxwaza xwe ji paşxistina çekên S-400 re ên Rûsî ji Tirkiyê dubar kir.
Ajansa Reutersê ragihand ku li gorî çavkaniyeke pêbawar Tirkiyê difikire ku wê karibe pergala moşekên S-400 ya Rûsî werbigire yan na.
Dihat payîn ku Tirkiyê di meha Tîrmehê de wê pergala S-400 werbigire.
Li gorî çavkaniyê, Waşinton hefteya borî ji Enqereyê xwest ku wergirtina vê pergalê bi paş bixîne.
Lê ti deng ji Tirkiyê nehat.
Emerîkayê ji bo bikaranîna S-400 ku hemû detayên girêdayî sîstema leşkerî ya NATO’yê kom bike, bi fikar e.
Beriya niha Sekretêrê giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg hişyariya encamên planên Tirkiyê yên belavkirina pergala S-400 a Rûsî dabû.
Di heman demê de Waşintonê jî hişyar kiribû ku eger Tirkiyê vê pergalê bi kar bîne wê cezayan lê ferz bike.