Li başûrê Rûsyayê bahoza sedsalê

Li başûrê Rûsyayê ji ber bahoza mezin a ku bayekî xurt û pêlên deryayê yên bilind rabû, bandoreke giran li başûrê welêt û nîvgirava Qirimê kir.
Ajansa nûçeyan a Rûsî Tass ragihand ku ji ber bahoza li Deryaya Reş bajar û bajarokên peravê di bin avê de man, banê awahiyan hilweşiyan û dar ketin.
Bayê ku leza wê yê saetekî 144 kîlometir e di xetên enerjiyê de zirarek mezin daye.
Her wiha rayedaran diyar kir ku ji ber bahozê li Qirimê 500 hezar kes bê elektrîk man.

Şert û mercên nebaş ên hewayê ku ji aliyê medya Rûs ve weke ‘bahoza sedsalê’ û ‘bahoza mega’ hate pênasekirin, li gorî servîsên lezgîn roja Yekşemê hîn giran bû.

Li gorî şaxê herêmî yê Wezareta Rewşa Lezgîn a Rûsyayê, li herêma Krasnodarê ku bajarokên peravî yên navdar Soçî û Anapa lê ne, bi sedan dar û avaniyên metal ji ber ba hilweşiyan û gelek kes birîndar bûn.

Li Soçiyê ji ber ku dar bi ser rêya trenê ket, çûn û hatina trenan sekinî.

Li Qirimê pêlên Derya Reş gihiştin rêyên bejahî

Waliyê Qirimê Sergey Aksîonov li ser Telegramê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji ber şert û mercên nebaş ên roja Duşemê weke roja bêhnvedanê hatiye ragihandin.

Televîzyona Kirim 24, ragihand ku ji ber sedema bahozê akvaryûmek di bin avê de maye û tevli masiyên egzotîk 800 lawir miriye.

500 hezar kes bê elektîrîk man

Bayê ku leza wê yê saetekî 144 kîlometir e di xetên enerjiyê de zirarek mezin daye.

Li gorî ajansên nûçeyan ên Rûs, şêwirmendê Aksîonov Oleg Krîoûtchkov (Olî kiroşkîov) diyar kir ku ji ber bahozê li Qirimê 500 hezar kes bê elektrîk man.

Ew 16 salin cara yekê bahozek wiha pir xurt çêdibe, bo vê yekê rayedaran ji xelkê heremê xwestin li mala xwe bimînin.

Li başûrê Rûsyayê bahoza sedsalê

Back to top button