KCDK-E daxwazên xwe pêşkêşî rayedarên CPT kirin

Çalakiya li bajarê Strasbourg ê Fransayê a ji bo azadiya Rêber Apo di roja 14’an de dewam dike. Kesên ku beşdarî çalakiyê bûne bi rayedarên Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) re hevdîtin kirin û dosyayek pêşkêşî wan kirin. Komeleya Mafên Mirovan a li Tirkiyê jî got, Pêşniyarên CPT’yê û Rêgezên Mandela tine têne hesibandin. Tecrîd divê were rakirin.”

Çalakiya li bajarê Strasbourg ê Fransayê bi dirûşma “Azadî wê bi ser bikeve; Ji bo Abdullah Ocalan bikeve nava liv û tevgerê” di roja 14’an de dewam dike.

Di roja 14’an de Hevserokên KCDK-E û nûnerên gelek saziyan dest bi çalakiyê kirin.

Hevserok û nûnerên saziyên baweriyan vê sibehê dosyayek li ser tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan radestî Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) kirin.

Hevserokên KCDK-E’yê Yuksel Koç û Fatoş Goksûngûr bi CPT re hevdîtinek kirin.

Piştî hevdîtinê Hevserokê KCDK-E’yê li ser naveroka hevdîtinê daxuyaniyek dan.

Yuksel Koç got: Eger daxwazên me bi cih neyên anîn, em ê çalakî û berxwedana xwe ya li vê derê dewam bikin.

Girtîgeha girava Îmraliyê bi tena serê xwe sîstemeke êşkenceyê ye. Em teqez qebûl nakin.

Me ji CPT xwest ku bi erka xwe rabe.”

Fatoş Goksûngûr jî got: “Heta sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê bi dawî nebe, em ê li qadan bin.”

ÎHD: Rêgezên Mandela tune tên hesibandin, divê tecrîd bê rakirin

Her wiha baroyên Komaleya Mafên Mirovan-ÎHD’ê jî li gelek bajarên Tirkiyê û bakurê kurdistanê ji bo Heftiya Mafên Mirovan daxuyaniyên çapemeniyê dan…

Di daxuyaniyan de hat gotin: ”Daxwazên hevdîtinê yên parêzeran û malbatan tim têne redkirin.

Pêşniyarên CPT’yê û rêgezên Mandela tune têne hesibandin. Hiqûqa taybet û tecrîda girankirî ya ku li Girtîgeha Imraliyê li ser Abdullah Ocalan û hevalên wî tê bicihanîn divê were rakirin.

Divê mafên wan ên hevdîtina bi malbat û parêzeran re bêne naskirin.”

Di daxuyaniyê de rewşa girtiyên nexweş hate destnîşankirin, hat gotin li girtîgehan 604 girtiyên bi nexwşiyên giran tevahî hezar û 605 girtiyên nexweş hene.

Back to top button