Meşa dirêj a ciwanan di roja 2. de ye

Meşa Tevgera Ciwanan a dirêj ya ber bi deriyê Sêmalka di roja duyemîn de îro dewam kir. Ciwanên ku tevlî meşê bûne diyar kirin heta rakirina tecrîdê û azadiya rêber Apo ewê têkoşînê bidomînin. Bang li hemû ciwnanan hate kirin ku li dijî êrişan û parastina destketiyan têkoşînê bikin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûrî û Yekitiya Jinên Ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi silogana “Werin cenga azadiyê” li dijî êrişan û ji bo azadiya Rêber Apo dest bi Meşa Dirêj kir.

Meş duh êvarê gihaşt navçeya Tirbespiyê û îro di roja duyemîn de dewam kir.

Ciwanên beşdarî meşê bûne teqez kirin ku ew ê li dijî êrişên li ser herêmê li ber xwe bidin û heya azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan misoger bikin têbikoşin.

Di meşê de endama Rêveberiya Komîteya Ciwan û Werzîşê ya bajarê Qamişlo û endama Komîteya Amadekar a Meşa Dirêj a Ciwanan Nesrîn Hesen axivî û diyar kir ku ev meş bersiva êrişên dijmin e û wiha got:

“Dijmin nikare vîn û israra ciwanan a parastina destkeftiyên gelê xwe û piştgiriya berxwedana gerîla bişkîne.”

Nisrîn Hesen destnîşan kir ku divê ciwanên Kurdistanê hemû xwe bi rêxistin bikin û şerê taybet û êrişên li dijî herêmê têk bibin.

Endamê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ê navçeya Girkê Legê Mistefa Mihemed jî axivî û diyar kir ku ciwan roleke mezin li dijî êrişên li ser Kurdistanê dilîzin.

Mistefa wiha got,

“Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi berxwedana ciwanan dest pê kir û bi vê têkoşînê hemû êrişên li dijî herêmê têk birin. Ji lewre em dibêjin, ciwan hêza şoreşê ne.”

Endama Meclisa Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD a Qamişloyê Laleşîn Ebd-Ellah jî axivî û dest nîşan kir ku divê li dijî planên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê, rêbazên şerê gelê şoreşgerî were meşandin.

Laleşîn Ebd-Ellah got:

“Em ê çalakiyên xwe heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan berdewam bikin.”

Di dawiyê de Laleşîn Ebd-Ellah bang li tevahiya Kurdistanê kir ku li dijî siyasetên şerê taybet serî hildin û li ser bingeha felsefeya Ocalan xwe xurt bikin.

Back to top button