Dewleta Tirk 9 koçberên ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê radestî çeteyên Eniya El Nusra kir û hîn çarenûsa wan nayê zanîn.
22’ê Tebaxa 2021’an polîsên dewleta Tirk 9 koçberên Kurd ên xelkê bajarê Sedeşt ya Rojhilat, li Tirkiyê binçav kirin.
Li gorî ROJNEWS’ê Tirkiyê ew koçber radestî çeteyên El Nusra yên li Surî kiriye û heta niha çarenivîsa wan nayê zanîn.
Navên koçberên hatine radestkirin ev in:
Mubîn Weled Beyg, Efşar Rustemî, Behman Şardewan, Mesud Heyderî, Seîd Ehmedî, Ferdîn Derwîş Pur û Hedayet Ruxzadye.
2 çalakvanên Kurd li sine hatin destgîrkirin
Di vê navberê de doh hêzên Îranê bi ser malên çalakvanên Kurd ên bi navê Kejal Nesrî û Ferheng Eywezî yên li bajarê Sine de girtin.
Hêzên Îranê li her du malan lêgerîn pêkanîne û dest danîne ser gelek kel û pelên şexsî yên her du çalavanan, piştre jî her du biçav kirin.