Li Minbicê 2 bazirganên hişbirê hatin girtin

Li Minbicê 2 kesên ku bazirganiya hişbirê dikirin, ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn duh li bajarê Minbicê 2 kesên ku bazirganiya Madeyên hişbirê dikirin, girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro li ser malpera xwe ya fermî encama operasyona li dijî hişbirê a ku duh li bajarê Minbicê pêk hat, eşkere kir.

Hat diyar kirin di dijî van her du kesan gilî hatibû kirin ku bazirganiya madeyên hişbir dikirin.

Hat gotin li ser vê yekê wan dest bi lêkolîn û şopandinê kirine û di encamê de her du kes hatin girtin.

Piştî lêpirsînê, Kesên ku hatine girtin li xwe mikur hatine ku wan madeyên hişbirê belav dikirin.

Her du kes ji bo darizandinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Back to top button