Artêşa Niştimanî ya Lîbî: Tirkiye çeteyên ji nasnameyên cuda dişîne Lîbyayê

Artêşa Lîbî ragihand ku dewleta Tirk çeteyan ji gelek nasnameyan dişîne Lîbyayê. Her wiha tîmeke MÎT a Tirk bo çend saetan, serdana baregeha Wetiyayê kir.

Ji berpirsyarên artêşa niştimanî ya Lîbyayê Xalid Mehcûb ragihand ku, ji bilî çeteyên Sûrî, dewleta Tirk çeteyên ji gelek rêgeznameyan dişîne Lîbyayê.

Mehcûb destnîşan kir ku Tirkiye, Qeter û rêxistina Ixwanan hewl didin devera Kevana Petrolê kontrol bikin û teqez kir ku artêş amade ye parastina vê deverê bike.

Xalid Mehcûb beriya niha ragihandibû ku, ji bo parastina peravên Lîbyayê, wan hêzên deryayî li beramberî Kevana Petrolê, belav kirin.

Tîmeke MÎT a Tirk gihîşt baregeha Wetiya

Di heman demê de, çavkanîne Lîbî eşkere kir ku tîmeke MÎT a Tirk ji Tirkiyê gihîşt baregeha Wetiya ya li başûrê Terablusê.

Çavkaniyan diyar kir, ku ev tîm çend saetan li baregehê ma, piştre vegeriya Tirkiyê.

Gulana borî, piştî vekşîna artêşa niştimanî ji baregeha Wetiya, çeteyên dewleta Tirk baregeh desteser kir.

Back to top button