Lîlwa Ebdullah: Koalisyona navneteweyî piştgiriya xwe ji bo herêmê anî ziman

Berdevka Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê Lîlwa Ebdullah ji Ronahî TV re armancên koalisyona navnetewî derbarê herêmê de zelal kirin. Lîlwa diyar kir ku koalisyonê piştgiriya xwe ya aborî, avakirin û tenduristiyê ji bo herêmê aniye ziman. Lîlwa destnîşan kir jî ku ew niha amadekariya pêngaveke mezin a maliştinê li dijî çeteyan dikin, lê dema wê heya niha nehatiye diyarkirin..

Ev serdana duyemîn a berdevkê koalisyona navneteweyî ye.

Koalisyonê kongreyek çapemeniyê li dar xist û di kongreyê de anî ziman ku ew ji herêmê venakişin.

Koalisyonê piştgiriya xwe bi herêmê re nîşan da, ew jî wê ji xizmetguzarî û meclisên herêmê re be.

Her wiha piştgiriya xwe di aliyê tendurstiyê de jî nîşan ku rê li pêşiya belavbûna vîrûsa coronayê bê girtin..

Koalisyonê diyar kir ku ew ê ji bo herêmê di milê aborî û avakirinê de bi pêş bixin, alîkariyê bidin.

Lîlwa Ebdullah: Koalisyon ji bo êrîşên Tirkiyê ti helwestê nîşan nade

Qutkirina avê ji ser herêmê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi armanca têkbirina ewlehiya herêmê pêk tê..

Dewleta Tirk her tim hewl dide şaneyên vaşartî yên çeteyên DAIŞ’ê li herêmê belav bike.

Bi vê jî dixwaze nîşan bide ku li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî aramî û ewlehî tune ye.

Kaolisyona navneteweyî jî li dijî van sûc û binpêkirinên dewleta Tirk ti helwest û bertekan nîşan nade

Lê koalisyon dibêje, tenê em helwesta xwe di aliyê leşkerî de xuya dikin, hene yên di warê siyasî de helwstê nîşan bidin.

Lîlwa Ebdullah: Em amadekariya pêngaveke mezin li dijî DAIŞ’ê dikin

Pêngavên me yên di çarçoveya têkbirina terorê de dewam dikin, ew jî bi hevkariya koalisyona navnetewyî pêk tên.

Pêngavên me yên maliştinê jî, amadekariyên me yên mezin ji bo wê hene..

Ji bo qonaxa seyêmîn a pêngavê jî, hîna ne diyar kengî em ê dest pê bikin.

Back to top button