Şehîdên Şêladizê di çilrojiya şehadeta xwe de hatin bibîranîn

Şehîdên Şêladizê ku di encama bombebarana artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, di çilrojiya şehadeta xwe de, bi merasîmeke girseyî hatin bibîranîn. 

19’ê Hezîranê, dewleta Tirk a dagirker gundê Sîda yê Şêladiza Dihokê bi dijwarî bombebaran kir, di encamê de, komkujiyek pêk hat û 5 ciwan şehîd bûn.

Di heman rojê de, balafirên şer ên dewleta Tirk gundek nêzî Metîna bombebaran kir. Li wir jî ciwanek şehîd bû.

Duh 40 roj di ser vê komkujiyê re derbas bûn.

Bi vê boneyê, merasîmek girseyî ya bîranînê li ser gorên şehîdan hate lidarxistin.

Di merasîmê de, komkujî û êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û banga rawestandina êrîşan li civaka navnetewî hate kirin.

Her wiha daxwaz hate kirin baregehên leşkerî û sîxurî yên dewleta Tirk ji xaka Başûrê Kurdistanê werin derxistin.

Back to top button