FRANSA WÊ RÊ LI BER ÎSLAMA SIYASÎ YA TIRKIYÊ BIGIRE

Hikumeta Parîsê li dijî çalakiyên dewleta Tirk ku li ser xaka wê pêk tîne, derdikeve.

Serokê Fransî Emmanuel Macron teqez kir ku ew ê bi tundî li hemberî hewldanên Tirkiyê ku dixwaze Îslama siyasî bi rêya vekirina dibistanên olî bisepîne, bisekine.

Berî niha navenda lêkolînên Leberal “Montaigne” Montanî ya li Parîsê bi raporekê serokê Fransayê hişyar kiribû.

Li ser vê jî, çapemenî û desthilatên fermî yên Parîsê daxwaza lêpirsînê der barê van kirinan de kir.

Tevî berdevkê wezareta Tirkiyê Hamî Aksoyî vekirina van dibistanan red kir, lê belê partiya serwer AKP’ê hîna li ser dayîna perwerdeyên Îslamî li Fransa, Almanya û giştî Yekîtiya Ewropayê bi israr e.

Serokê Fransayê Macron di Nîsana borî de got:

Ew ê nehêle dewleta Tirk bi rêya Îslama siyasî civakê Fransî parçe bike.

Di nava welatên Ewropayê de, Fransa hembêzkera herî mezin a Mislimanan e, ku bêhtirî 6 milyonan lê heye.

 

Leave a Reply

Back to top button